• Thursday, 19 February 2026
logo

Dengdana Hilbijartinên Tirkiyê dest pê kir

Gulan Media November 1, 2015 Nûçe
Dengdana Hilbijartinên Tirkiyê dest pê kir
Li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dengdana hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir. Zêdetirî 54 milyon kes dikarin deng bidin.

Îro ji saet 07:00 bi dema Tirkiyê, li bajarên Adiyaman, Agrî, Artvîn, Çewlig, Bitlîs, Amed, Elazıx, Erzîncan, Erzirom, Dîlok, Gûresûn, Gûmûşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Maraş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sîwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dengdanê dest pê kir dê saet 16:00 biqede, li bajar û deverên din jî dengdanê saet 08:00 dest pê kir û dê saet 17:00 biqede.

Di hilbijartinên vê carê de namzedên 16 partî û 21 namzedên serbixwe hevrikiyê dikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê dê îro gav bi gav agahiyên derheqê hilbijartinên Tirkiyê de bi rêya Portala Rûdawê, Rûdaw TV, Radyo Rûdaw, rûpelên Facebook, Twîtter, Înstagram û htd… ragihîne.

Li gorî qanûn û pîvanên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve hatine diyarkirin, propaganda û xebatên hilbijartinan îro ji saet 18:00 ve tê qedexekirin.

-Li 81 bajar û herêmên Tirkiyê, 175 hezar navendên dengdanê hatine danîn

-255 hezar polîs û 130 hezar cendirme ewlehiya hilbijartinan diparêzin, 30 çavdêrên biyanî çavdêriya hilbijartinan dikin

Roja hilbijartinê jî ji saet 06:00 heta 24:00, firotin û vexwarina madeyên alkolî li derve û cihên giştî qedexe ye, cihên kêfê tên girtin. Jibilî hêzên ewlehiyê, nabe ti kes çekdar be. Nabe heta saetekê piştî dengdanê, ti radyo û dezgeheke weşanê behsa encamên hilbijartinan bike.

Rudaw
Top