ROJAVA - Operasyonek berfireh li dijî DAIŞê dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku operasyona rizgarkirina herêma başûrê bajarê Hesekê ji destê DAIŞê dane destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê ku ji aliyê berdevkê fermî yê wê hêza leşkerî Ebû Elî ve hat xwendin, hat gotin ku operasyona wan bi alîkarî û piştevaniya balafirên şer ên hêzên navdewletî pêk tê.
Di daxuyaniyê de bang li xelkê wê herêmê jî hat kirin ku xwe dûrî navend û çeperên DAIŞê bigirin çimkî “tirsa wê heye DAIŞê sivîlan dîl bigire û wek mertal li hember êrişan bikar bîne”.
Hêzên Suriyeya Demokratîk 12ê Cotmeha 2015an hat avakirin û ji YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Burkan El Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û hinek komên din ên leşkerî pêk hatiye.
Li başûrê Hesekê cihên ku di bin destê DAIŞê de mane bajarokên Hol, Şedad, El Erîşa û Mergeda ne.
Rûdaw
