• Thursday, 19 February 2026
logo

Balafireke rûsî ket xwarê: 217 kes mirin

Gulan Media October 31, 2015 Nûçe
Balafireke rûsî ket xwarê: 217 kes mirin
Ofîsa Serokwezîrê Misirê nûçeya ketina balafireke sivîl a rûsî li nîmçegirava Sînayê piştrast kir.

Ajansa balafirvaniya Rûsyayê îro ragihand, balafireke sivîl a wî welatî li Misirê ketiye xwarê û ti agahî derbarê çarenivîsa wê balafirê û rêwiyên têde nayê zanîn.

Ajansa balafirvaniya Rûsyayê da xuyakirin: Ew balafir ji cûrê Air Bus E321 û ser bi şîrketa Kogalim Avia bûye û saet 5:51 xûlekan li gor dema Moskowê firriye û biryar bûye saet 12:10 li balafirxaneya Sentpetersburg rûne, lê belê piştî 23 xûlekan pêwendiya ligel wê ballafirî qut bûye.

Berpirsên ewlehiyê yên Misirê dibêjin, ti belgeyek nîne ku nîşan bide ew balafira rûsî bûye armanc.

Li gor nûçeyeke BBC jî pirraniya rêwiyên balafirê rûsî bûn û 217 kes têde bûne. Herwiha 7 kes tîma balafirvanîû xizmetkarê balafirê têde bûne.

Li gor agahiyan, ti kes ji bûyerê rizgar nebûye.
Top