• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka Herêma Kurdistanê weke ‘’Hevbeşek Navdewletî’’ binav dike

Gulan Media October 30, 2015 Nûçe
Amerîka Herêma Kurdistanê weke ‘’Hevbeşek Navdewletî’’ binav dike

Balyozxaneya DYAyê li Bexdayê bi daxuyaniyek fermî diyar dike ku Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê du hevbeşên navdewletî yên Amerîkayê ne.

Balyozxaneya Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê li Bexdayê bi daxuyaniyekê behsa serdana Nûnerê Taytet ê Omaba li Karêbarên Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurg ya jib o Hewlêrê dike û dibêje ligel berpirsên Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk aniye.

Di daxuyaniyê de tê gotin; ‘’Di serdana xwe ya Hewlêrê de McGurg ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kombûye, jiber rola Pêşmerge ya di operasyona Hewîce de spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Di beşekê din ê daxuyaniyê de Herêma Kurdistanê weke Hevbeşek Navdewletî tê binav kirin û tê gotin: ‘’Ev operasyon belgeyeke li ser hevbeşî û hemahengiya di navbera Hevpeymaniya Navdewletî, Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de bo şkînandina rêxistina DAIŞ’ê.’’

Balyozxaneya DYA li Bexdayê diyar dike ku ev kombûn tekez dike ku Amerîka pabende bi karê hevbeş ê li gel hevpeymaniyên xwe.

Basnews
Top