• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka Hêza leşkerî dişîne Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media October 30, 2015 Nûçe
Amerîka Hêza leşkerî dişîne Rojavayê Kurdistanê
Amerîkayê ragihand, ku dê hêzeke taybet a leşkerî bişîne Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Li gor çend çavkaniyên medyayî, çend berpirsên pilebilind ên Amerîkayê ragihandine, Amerîka dê hêzeke taybet bişîne bakurê Sûriyeyê.

Li gor wan agahiyan, wan berpirsên amerîkî ku nexwastine navê wan were aşkerekirin, dane xuyakirin, ku ew hêza amerîkî dê li bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê werin bicihkirin û dê bi hêzên li herêmê re alîkariyê û hevrêziyê bikin.

Li gor çend çavkaniyên medyayî dê ew hêza leşekrî ya amerîkî ji pispor û şêwirmendên leşkerî pêk bê û dê alîkariyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku çend roj berî niha hat avakirin.

Herwiha hatiye ragihandin, ku Amerîka yeîneyeke taybet a leşkerî bişîne Başûrê Kurdistanê jî.

Çavkaniyekê pilebilid ê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di vê bareyê de ragihandiye, Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê Barack Obama rê bi şandina çend yekîneyên taybet ên leşkerî bo bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê daye.

Li gor heman çavkaniyê, ew hêzên taybet dê bo alîkarîkirina hêzên kurdî yên li bakurê Sûriyeyê û hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de li wan cihan werin bicihkirin.

Di medyaya cîhanî de hatiye gotin, ku dê rayedarên Washingtonê wê yekê aşkere bikin.

Ji aliyekê din ve Fermandeyê Hêza Esmanî ya Amerîkayê Philip M. Breedlove derbarê siaysetên Rûsya li hember Ukrayna û Sûriyeyê de di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya dest ji Ukraynayê berdaye û niha siyasetn xwe bo nav Sûriyeyê veguhastiye.

Breedlove tekez kir, Rûsya ji bo jibîrkirina dagîrkirina Krîmayê, xelk bi mijara Sûriyeyê ve mijûl kiriye.

Rudaw
Top