YPGê bajareke din ê ROJAVA kontrol kir
Li gor agahiyên Rûdawê, li Rojavayê Kurdistanê çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi serpireştiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrişî bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Hat ragihandin, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî di vê êrişê de piştevanî dan şervanên YPGê û çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navendên çekdarên DAIŞê li Şedadê bombebaran kirin.
Hat zanîn, ku piştî şer û pevçûnên navbera şervanên YPGê û çekdarên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk li aliyekê û çekdarên DAIŞê li aliyê din, YPGê û hevalbendê wê karîn bajarokê Şedadê ji dest çekdarên DAIŞê derxînin û wî bajarokê Rojavayê Kurdistanê jî kontrol bikin.
Bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha Hesekê ve ye û di sînorê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê de ye.
Çend roj berî niha li Rojavayê Kurdistanê, YPGê û çend komên leşkerî yên ereb û suryanan hevalbendiyek ava kirin û nave Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê kirin.
Piştî avakirina wê hevalbendiyê, Amerîkayê bi rêya esmanî ve 50 ton çek û teqemenî ji wê hêza nû re şand û tekez kir, ku ew çek bo alîkariya çekdarên komên ereb û bi şerê li dijî DAIŞê ye.
Li gor çavdêran, ragihandina wê hevalbendiya nû di demekê de ye ku gotegotên destpêkirina operasyona girtina Reqayê, ku bi paytextê rêxistina DAIŞê tê naskirin, zêdetir bûne û wiha tê gotin, ku ew pêngav wek xwemadekirina YPGê bo şerê Reqayê ye.
Rudaw
