ALMANYA -Ji ber wê wêneyê nijadperestê tirk ji zanîngehê hat avêtin
Zanînegha Ilmenau li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kiriye û têde xwe ji nivîsa doktorvanê xwe yê bi esil tirk dûr xistiye.
Zanîngeha Ilmenau diyar dike ku Cemal A. destpêka Cotmehê li ser toreke civakî wêneyekî derbarê pirsgirêka Kurdan de bi şêwazekî “ tûjkirina civakî“ şîrove kiriye, lê destpêkê ev yek red kiriye.
Zanîngeh diyar dike ku piştî eşkerebûna bûyerê Cemal Aydogan ji karê wî hatiye dûrxistin û di encama lêkolînên din de diyar bûye ku Cemal Aydogan berê jî şîroveyên bi heman helwestê belav kirine, ji ber wê yeke jî ew ji kar hatiye avêtin.
Wêneyê behsa mijarê yê kesekî kurd e ku destpêka Cotmehê di pevçûnên di navbera ciwanên kurd û leşkerên tirk de li Şirnexê hatibû kuştin û laşê wî bi paş otomobîleke leşkerî ve hatibû girêdan û di kolanan de hatibû kaşkirin.
Şîroveya Cemal Aydogan ya di jêr wêneyê de jî wiha bû: “Yanî çi, ma leşker û polîs êdî nikarin kûçikên xwe jî li derve bigerînin?“
Ji bilî biryara zanîgehê ya ji karavêtina Cemal Aydogan, polîsên bajarê Gotha jî bi tometbariya “tûjkirina civakî“derbarê wî tirkê nijadperest de dest bi lêkolînan kirine.
Rudaw
