Erdogan: PYD kantonan ava bike, çi pêwîst be emê bikin
Serokomarê Tirkiyê Erdogan hişyarî da PYD’ê da ku li Rojavayê Kurdistanê kantonan ava neke. Erdogan got: ‘’Roja din xwestin ava Firadê derbas bikin, leşkerên me yekser bersiv da. Eve hişyariyek e.’’
Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvînekê de li gel kanalên, 24 TV û 360 de, derbarê mijarên di rojevê de axivî. Erodgan îdîa kirk u PKK, DHKP-C û DAIŞ bi hevre tevdigerin û diyar kirk u dê piştî hilbijartinan jî operasyonên leşkerî berdewam bikin.
Erdogan destnîşan kir ku êrîşa li Enqerê jibo astengkirina hilbijartinan bû û got: ‘’Taktîkên wan wek hewin. Hemû jî terrorist in. Em jib o rojava nabêjin terorîstê te xirab e û yê min jî baş e.’’
Derbarê mijara Rojava de jî Erdogan wiha axivî: ‘’Roja din xwestin Firadê derbas bikin. Leşkerên me yekser kar qedand. Eve hişyariyek e. Heger di cihên din de jî vê yekê bikin, çi pêwîst be emê bikin. Pêwîst nake Tirkiye ji ti kesan destûr bixwaze. PYD’ê kanton ava kir. Ma ev k rev hinde hêsan e. Ew kantonan ava bikin, çi pêwîst be emê bikin
Erdogan îdîa kir ku PYD li Rojavayê Kurdistanê kêmîneyan jinav dibe û got ku li herêmê korîdor hene û ew jî wan korîdoran di bin kontrolê de digrin.
Serokomarê Tirkiyê jiber piştgiriya YPGê rexne li rêveberiya Amerîkayê jî girt.
Basnews
