Katalonya xwe ji serxwebûnê re amade kir
Hevpeymaniya alîgirê serxwebûnê ya bi navê “Junts Pel Sî (Ji bo yekîtiyê, erê)” û Partiya Yekîtiya Gel (CUP) ji bo destpêkirina pêvajoya serxwebûna Katalonyayê pêşniyarî dan parlamentoyê.
Di pêşniyara Junts Pel Sî û CUPê de wiha hat gotin: “Partiyên di hilbijartinên 27ê Îlonê de sekeftin, serxwebûna Katalonyayê dixwazin.”
Partiyên alîgirê serwebûnê amaje kirin ku ew dê girêdayî biryarên darêzgeriyê yên ku rê li ber serxwebûnê bigirin namînin.
Herwiha alîgirên sexwebûnê ji hikûmeta Katalonyayê ya nû were avakirin xwestin ku ji bo pêkanîna daxwazen wan bila gavan bavêje.
Junts Pel Sî û CUPê dibêje pêvajo negirêdayê Hikûmeta Spanyayê û ew îdia dikin ku Dadgeha Makezagonê rewatiya xwe winda kiriye.
