Daxuyaniya KCKê li ser hilbijartinên Tirkiyê
KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de li ser ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyê û şerê li Bakurê Kurdistanê ragihand, piştî ku ji derve û hundir bang li KCK û hikûmeta AKPê hat kirin ji bo sekinandina şer, KCKê bêçalaktî ragihand lê hikûmeta AKPê li ser şer û êrişan îsrar kir û dike.
Li ser ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê jî KCKê ragihand, ji bo ku hilbijartin bi awayekî tendurist bên kirin çi ji destê wan tê dê bikin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Pêwîst e raya giştî zanibe ku beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û piştî wê emê bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo ku hilbijartin bi awayekî bi tendurist pêk bên emê baldariya ji destê me bê, bikin. Em bawer in ku gelê me û raya giştî dê li hember êrişan hişyar bin.”
KCKê ji 10ê Cotmehê ve “bêçalaktî” ragihandiye.
Rudaw
