Sererkanê berê yê Tirkiyê: Ji bo dewleta Kurdî hêvî pir bilind in
Sererkanê berê yê Tirkiyê Îlker Başbug got, di sala 2015’ê de ji bo li Iraqê dewletek Kurdî bê damezrandin hêvî di astek pir bilind de ne. Êdî tenê demek diyar maye.
Îlker Başbug beşdarê civîna asayî ya Saziya Karsaz û Pişesazên Antalya bû û destnîşan kirk u Tirkiye û Rojhilata Navîn ji serdemek giring derbas dibin.
Başbug Rojhilata Navîn şibande bîrek bê ser û bê binî û diyar kirk u niha hêza ku herêmê di bin kontrola xwe de digre Amerîka ye.
Başbug derbarê dewleta Kurdî de jî got: ‘’Ez bi xemgînî dibêjim, eve rastiyeke. Biryara li Iraqê damezrandina dewletek Kurdî ji sere cîhanê yekem û ji peymana Sevrê ve heye. Di ware dîrokî de sala 2015’ê ji bo dewletek Kurdî hêvî pir bilind in. Kê dikare vê pêvajoyê diyar bike? Îran û Tirkiye. Heger îro Îran û Tirkiye bêjin erê, dê sibe ev dewlet bê damezrandin. ‘’
Sererkanê berê yê Tirkiyê diyar kir ku tenê konjoktör anku rewşa niha astenge li pêşiya damezrandina dewleta Kurdî û got: ‘’İran li dijî vê dewletê ye. Divê tekez Tirkiye jî li dijî be.’’
Basnews
