Nûnerê Obama: Amerîka li pişta Pêşmerge ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Obama di Hevpeymaniya Navdewletiya û şanda leşkerî û dîplomasî ya ligel wî kir.
Di hevdîtinê de rewşa dawî ya eniyên şer û serkeftinên Hêzên Pêşmerge û rewşa siyasî û ya navxwe hat gotûbêjkirin.
McGurrk bahsa operasyona hevbeş a Hewîce kir û destnîşan kir ku ev operasyon serkeftî bûye û bi vê operasyonê jî diyar bû ku Pêşmerge bêyî cûdahî parastina hemû welatiyên Iraqê dike û parastina wan jî bo xwe weke erk dizane, lewma ew piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikin û dê li ser wê yekê berdewam be.
Nûnerê Obama ronahî xist ser pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û xwest ku pirsgirêkên navxweyî û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya alîkariyên Amerîkayê kir û carek din jî ji ber leşkerê amerîkî yê ku di operasyona Hewîceyê de jiyana xwe ji dest dabû, sersaxî bo gel û rêveberiya Amerîka xwest.
Derbar nakokiyên Hewlêr û Bexdayê jî, Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê hewl dide pirsgirêkên navxweyî û nakokiyên di avbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û gotûbêjan çareser bike.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û pêwendiyên herdu aliyan jî hatin gotûbêjkirin.
Rudaw
