• Thursday, 19 February 2026
logo

Fehmî Demîr spartin axê

Gulan Media October 28, 2015 Nûçe
Fehmî Demîr spartin axê


Termê Serokê Giştî ye HAK-PARê Fehmî Demîr li navçeya Cîhanbeylî ya ser bi bajarê Konyayê bi merasîmekê spartin axê.

Termê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR’ê Fehmî Demîr îro birin cihê ji dayik bûye, navçeya Cîhanbeylî ya bajarê Konyayê.

Nêzîkê hezar kesan başdarê merasîma xakspartina Fehmî Demîr bû. Nûnerên partî û rêxistinên Bakûr û Başûrê Kurdistanê jî di merasîmê de amade bûn. Tabûta Fehmî Demîr bi ala Kurdistanê û ala partiya xwe hate pêcan û li qebristana Yeniceoba hate veşartin.

Serokê Giştî yê CHP’ê jî destegul şande merasîmê.

Ji aliyê din ve duh danê sibê li Enqerê jî li ber Navenda Giştî ya HAKPAR’ê jî ji bo Demir merasîmek bi rê ve çû. Hevserokê HDP’ê Sellahtin Demîrtaş, Serokê PSK’ê Mesut Tek, Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak, Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik, Parlementerê HDP’ê yê berê Eset Canan, Serokê Berê yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Gitî yê HAKPAR’ê di 25’ê mehê di li ser rêya bajarê Mêrsînê di encama buyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest dabû.

Basnews
Top