Nêçîrvan Barzanî li şûna berpirsên Gorranê hin kes diyar kirin
Duh 27ê Cotmehê bi biryara Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî valahiya kursiyên sereke yên kabîneya hikûmetê ku pêştir di destê Gorranê de bûn, hatin tijekirin.
Li gor vê biryarê, Wezîrê Navxwe yê Başûrê Kurdistanê Kerîm Şingalî bi wekalet kursiyê Wezareta Pêşmerge werdigre.
Li gor agahiyên Rûdawê, guhertinên di kabîneyê de bi vî awayî ne:
1-Wezîrê Perwerde yê Başûrê Kurdistanê Piştîwan Sadiq kursiyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi wekalet birêve dibe.
2-Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, bi wekalet Wezîrê Bazirganî ye.
3-Nûrî Osman Serokatiya Desteya Hilbirînê bi wekalet birêve dibe.
4-Raber Sidîq bû Alîkarê Wezîrê Darayî bi wekalet.
5-Mensûr Herkî bû Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Darayî bi wekalet.
6-Ezîzî Îbrahîm cihê Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Bazirganî bi wekalet tije dike.
7-Edhem Kerîm cihê Rêvebirê Giştî yê Bankên Bazirganî bi wekalt tije dike.
8-Diyar Cebarî jî kursiyê Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi wekalet wergirt.
Rudaw
