Serok Barzanî destxweşiya hêzên antî terorê kir
Serokê Kurdistanê li gel tîma antî terorê ya civata ewlekariya Kurdistanê civiya.
Duh Serokê Kurdistanê birzê Mesûd Barzanî bi mebesta rêzgirtin û xelat kirina ew tîma antî terorê ya ser bi civata ewlekariya Kurdistanê yaku li Hewêceyê operasiyonek pêkanî bû û karîbû 69 rehîneyên destê terorîstên DIŞIê azad bikin civiya.
Di civîna han de yaku Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî tê de amade bû, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û spasiya hêzên antî terorê kir û jiber ew operasiyona han ya serkeftî jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hêzên antî terorê kir û rola wan bi roleke girîng wesif kir.
Serok Barzanî got: Min dem bi dem wenêrîn bo operasiyona han dikir û dilê min her tim li gel we bû, jiber vê yekê min xwest ku piştî operasiyona han ji nêzve we bibînim û spasiya we bikim.
Serok Barzanî got: Hun sedema serbilindî û serfiraziya gelê Kurdin û we dîrokek bo xwe û gelê xwe tomar kir û bi perwerdehiya xwe we baweriyek li cem hevpeymanan çê kir daku werin li gel we di nava dilê terorîstên DIŞIê de li gel we beşdariya operasiyoneke bi vê rengî bikin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa mezin bûn û armanca operasiyona han kir û eşkere kir ku ew armanca ku hun bo çûbûn armanceke gelek mezin bû lê karî însanî û xêrxwazî li gel her kesekî de hebe gelek mezin û pîroze û hun bûn sedema rizgar bûna 69 kesan ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn girtin û biryara kuştina wan jî hatibû derkirin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku her çend nav û dengê gelê Kurd û hêzên pêşmerge gelek mezine lêbelê bi operasiyona han jî we karî ku navûdenga gelê Kurd zêdetir bikin û niha li seraserê cîhanê tevahiya dezgehên çepemenî behsa girîngî û mezin bûna operasiyona han dikin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de serxweşiyên xwe jî pêşkêşî artêşa Amerîkayê û kesûkarên ew leşkerê Amerîkî kir ku di operasiyona han de canê xwe ji dest dabû û herwiha hêviya bilez baş bûnê jî bo wan pêşmergeyan xwest ku di operasiyona han de birîndar bibûn.
