Serok Barzanî li gel rizgarbûyên operasyona Hewîce civiya
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di civînekî de li gel kesên ku di operasyona Hewîce de hatine rizgarkirin ragehand ku jinav birina DIŞI’ê karê di pêşiya wan de ye û got: ”DIŞI bi ti awayî ferq di navbera ol û pêkhateyên netewî nake û neyarê hemûyane.”
Serokê Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: ”Eve carek din hûn vegeriyane jiyanê. Her kesek ku ji jiyan û mirovahiyê hez dike, di vê li hember DIŞI’ê raweste. Nabe mirov tenê li ser bexteweriya xwe ya şexsî hizir bike. Pêwîste kar ji bo bexteweriya derdora xwe jî bike.”
”Ev operasyon helwestek merdane bû”
Serok Barzanî got jiyana her mirovekê li gel wan gelek giringe û bi taybet jî jiyana kesên bê tawan û bê sûc. Barzanî derbarê operasyonê de jî got ku ev operasyon di encama hindek zanyariyan de hatiye pêkanîn û got: ”Bo me gotin girtîgehek nêhînî heye. DIŞI dixwaze girtiyên di wir de bikûje û sêdare bide. Lewma em razî bûn ku operasyonek wiha encam bidin. Bi hevkariya hêzên Hevpeymanan û hêzên Amerîkî ev operasyon pêk hat. Armanca operasyonê rizgarkirina we bû, hûn ew xwedan bext û şansin ku hatine rizgarkirin. Lê mixabin, Pêşmerge û xelkên din ku Kurd jî di nav de bûne bûne qûrbanî, nekarîn wan jî rizgar bikin. Ev operasyon helwestek merdane bû. Cihê nîgeraniyê ye ku leşkerekî Amerîkî jiyana xwe jidest da.”
”Divê mirov kar bo bexteweriya derdora xwe jî bike”
Serok Barzanî ji bo kesên hatine rizgarkirin got; ”Niha hûn azad in û hûn li welatê xwe ne. Hûn bixwe dê biryarê li ser jiyana xwe bidin. Me ji bo dezgehên pêwendîdar jî gotiye. Dê alîkariya we bikin.”
Barzanî di berdewma axaftina xwe de got ku DIŞI diyardeyeke ku bi ti awayî ferq naxe navbera olan û gelan, hemûyan qetl dike û wiha berdewam kir; ”DIŞI li kê derê be li wir aramî nabe. Jiber vê yekê karê me yê sereke jinavbirina DIŞI’ê ye.”
Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got: ”Nabe mirov tenê li ser bexteweriya xwe ya şexsî hizir bike û kar bike. Pêwîste kar ji bo bexteweriya derdora xwe jî bike.”
Piştî axaftinên Serok Barzanî çend kesek ji kesên hatine rizgarkirin axivîn û spasiya Barzanî, dezgehên ewlekariyê û Herêma Kurdistanê kirin.
Roja 22’ê Cotmahê Hêzên Dijî Teror ên Pêşmerge û Hêzên Delta yên Amerîkî di operasyonek taybet de 69 kes ji zindanekê nêzîkê navçeya Hewîce ji destê DIŞI’ê rizagr kiribûn.
