Ocalan: Dibe ku cara dawiyê be ez ligel we dicivim
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqereyê Sirrî Sureya Onder di televîzyona CNN Turkê de bûyerên terorî yên vê dawiyê nirxand.
Sirrî Sureya Onder anî ziman Abdullah Ocalan di hevdîtineke de ji şanda Îmraliyê re derbarê “pêvajoya çareseriyê” de wiha gotiyê: “Cidiyeta wan nîne, dibe ku ew hevdîtina me ya dawiyê be.”
Onder da zanîn şanda Îmraliyê herî dawî di 6ê Nîsana 2015an de ligel Ocalan hevdîtin kiribû.
Parlamenterê HDPê herwiha anî ziman Ocalan ji wan re wiha gotiyê: “Heger ew şerê bidin destpêkirina û we neşînin, min mirî bizanin û êdî careke din neyên vê derê.
Ocalan name şand
Ji aliyê din ve hat ragihandin Abdullah Ocalan ji bo doza li hemberî Yûnanistanê ji parêzerên xwe re name şandiye.
Parêzêrê Ocalan derbarê girtina wî de li hemebrî Yûnanistanê doz vekirî û doz dê 9ê Mijdara îsal were pêkanîn.
Li gorî agahiyan Ocalan derbarê wê doze de ji parêzerên xwe re nameyeke şandiye.
Hat gotin Ocalan di nameya xwe de wiha gotiyê: “Ji ber mercên tecrîdê nikarim parastineke baş bikim. Parêzerên min dikarin ji parêznameyên min ên Atîna û nixandinên din sûdê werbigirin û parastineke xurt bikin.”
Hatiye zanîn parêzer û xwarziya Ocalan Parlamentera HDPê ya Rihayê Dilek Ocalan, bi armanca agahdarkirina raya giştî dê di 4ê Mijdarê de li Atinayê daxuyniyeke bidin çapemeniyê.
Rudaw
