• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Almanya kir

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Almanya kir
Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyen bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyen, ku şeva borî gihîşt Hewlêrê, îro danê sibê piştî ku serdana kampeke perwerdeyê ya hêzên Pêşmerge kir, li bajarokê Pîrmam ê Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de Barzanî û Leyen li ser şerê DAIŞê û pêwendiyên navbera her du welatan gotûbêj kirin.

Wezîra Almanya dîsa piştevaniya welatê xwe bo Pêşmerge anî ziman.

Rudaw
Top