• Thursday, 19 February 2026
logo

Mela Bextiyar: Eger em rojane milyonek bermîl petrol jî bifroşin em nikarin!

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Mela Bextiyar: Eger em rojane milyonek bermîl petrol jî bifroşin em nikarin!
Sekreterê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, eger hikûmeta Kurdistanê rojane milyonek bermîl petrol jî bifroşe nikare kirîza aborî çareser bike. Mela Bextiyar her wiha got, emê têkiliyên xwe û Gorranê pêş bixin û bi wan re “rêkeftineke siyasî” bikin.

Li gorî medyaya YNKê, Sekreterê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, pêr li Almanya bi sazî û navendên YNKê civiya.

Li gorî agahiyan, Mela Bextiyar di wê civînê de li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, kirîza aborî û kirîza serokatiyê û pêwendiyên YNK û Gorranê axivî.

Mela Bextiyar li ser kirîza serokatiyê gotiye, YNK heta niha jî li ser pêşniyara 4 partiyan (YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû) ji bo sererastkirina qanûna serokatiyê rijd û paşde jî gav navêje.

Sekreterê Polîtburoya YNKê li ser pêwendiyên YNK û Gorranê jî gotiye, emê têkiliyên xwe bi Gorranê re pêş bixin û bi wan re rêkeftinek siyasî bikin lê ev rêkeftina me dê li djiî ti partî û hêzeke din nebe. Me ev yek eşkere gotiye.

Wî rayedarê YNKê li ser kirîza aborî jî rexne li siyaseta xweseriya firotina petrolê ya hikûmeta Kurdistanê girtiye û gotiye, di van şert û mercên niha de firotina petrolê bi serê xwe, kirîzê çareser nake û wiha aniye ziman:

“YNK alîgirê wê yekê aboriya Kurdistanê serbixwe be lê di di rewşa niha de divê em bi alîkariya Bexdayê wan arêşeyan çareser bikin. Bi firotina 500 yan 600 hezar bermîl petrol kirîza aborî çareser nabe, heta eger rojane milyonek bermîl jî were firotin em nikarin arîşeyên xwe çareser bikin.”
Mela Bextiyar: Eger em rojane milyonek bermîl petrol jî bifroşin em nikarin!

Rudaw
Top