Wezîra Parastina Almanya li nav Pilingên Zêrevaniyê de axivî: Hûn mêrxas in
Wezîra Parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen şeva borî gihîşt Hewlêrê. Leyen îro çû serdana kampa perwerdeyê ya hêza “Pilingên Zêrevanî” ya Pêşmerge.
Ursula von der Leyen li wir ji Rûdawê re axivî û got, ez bi navê hikûmeta Almanya spasiya hêzên Pêşmerge dikin ku li pêşiya hemû hêzên cîhanê li dijî DAIŞê şer dikin. Emê li ser alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin.
Wezîra Parastina Almanya her wiha got, Pêşmerge li ser erdê şerê DAIŞê dike ji ber wê jî divê em û welatên din ên cîhanê pişta Pêşmerge bigirin ji bo ku di wî şerî de bi ser bikeve. Pêşmerge hêzeke mêrxas e û kariye heybeta DAIŞê bişkêne.
Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî jî li ser serdana wê wezîra Almanya bo Kurdistanê ji Rûdawê re got, em spasiya wê dikin ku ji dema şerê DAIŞê ve heta niha cara sêyemîn e tê Kurdistanê.
Sincarî her wiha spasiya alîkarî û piştevaniya Almanya bo hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê jî kir.
Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyen dê îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtin bike.
Rudaw
