PDK: Divê sînorek ji reftarên Gorranê re bê danîn
Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duh 26ê Cotmeha 2015an daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Em hemû cemawerê hêja yê Kurdistanê agahdar dikin ku partiya me ne daxwaza navbeynkariyê li ti kesatî û aliyekê siyasî kiriye û ne jî wê yekê bi pesend dizane. Ji ber ku helwesta partiya me zelal û aşkere ye ku bûyerên wê dawiyê di encama reftarên nehêja û li dijî berjewendiyên bilind ên netewî û niştîmanî û dûr ji orfên siyasî yên Gorranê çêbûne.”
Polîtboruya PDKê herwiha amaje bi şerê li dijî DAIŞê û rewşa Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Pêşmergeyên qehreman niha bi piştevaniya cemawerê xweragir ê Kurdistanê bi dirêjiya zêdetirî 1 hezar kîlometrî li dijî DAIŞê di şerekî giran û dijwar de ne. Herwiha komek kirîzên sepandî pêsîra xelkê xweragirê Kurdistanê jî girtine.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Polîtboruya PDKê bi pêwîst dizane sînorek ji kiryar û reftarên Tevgera Gorranê re were danîn.”
PDKê da xuyakirin, ku Gorranê hewl daye ajawe û aloziyê li Başûrê Kurdistanê çê bikin û hêzên pêşmerge û cemawerê Kurdistanê dilgiran bikin û navbangê Başûrê Kurdistanê li pêşberî cîhanê xirab bikin.
PDK daxwaz dike, ku reftarên Gorranê werin sekinandin û ji aliyê hemû xlekê Kurdistanê ve were redkirin û daxwaz dike, ku Gorran bi awayeke yasayî were cezakirin.
