• Thursday, 19 February 2026
logo

HPG: Li Geverê 29 leşker hatin kuştin

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
HPG: Li Geverê 29 leşker hatin kuştin


Hêzên Parastina Gel HPG'ê ragihandiye, ku hêzên wan li navçeya Oremar û Geverê ya ser bi Colemêrgê derbeyên giran li artêşa Tirk xistine û di şer û pevçûnan de 29 leşkerên Tirk hatine kuştinê û 2 gerîla jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku wêneyek ketiye destê Xendanê têde hatiye, ku hêzên gerîla li hemberî hêzên artêşa Tirk ên li Geverê derketine operasyonê, çalakiya bersivdayînê lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê: Di êvara 24'ê Cotmehê saet di 22:00 de konvoyek ji 20 wesayîtên zirxî ji bo li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê derkeve operasyonê, dema diçû Bajêrganê, rastî çalakiya bersivdayîna hêzên gerîla hat. Di vê çalakiyê de 11 leşker mirine. Piştî çalakiyê, gelek kelûmelên leşkeriyê û 4 nasnameyên leşkeran hatine desteserkirin.

Ji aliyekî dinê ve li navçeya Oremarê di encama şerekî giran a di navbera artêşa Tirk û gerîlayên PKK de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê di wî şerî de 2 gerîlayên PKK`ê şehîd bûne.

Xendan
Top