Davutoglu: Em dê heyameke nû bidin destpêkirin
Serokwêzrî Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Stenbolê Nev Mekan Kafeyê bi xwendevanên zanîngehê re civiya û derbarê rojevê de daxuyanî da.
Ahmet Davutoglu wiha got: “Em dê bi awayekî li ser vê axê li gor helwesteke hevbeş a qederî heyameke nû bidin destpêkirin. Em ê ji aliyekê va bi terorê ra têkoşînê bidin, ji aliyekê va jî ji demokrasiyê, ji azadiyan, bi qasî serê derziyê veger wê çênebe. Em dê êdî tu carî destûrê nedin ku rêxistinên terorê ciwanên me bixapînin û bibin bixin nav şer û pevçûnan.”
Davutoglu ragihand ku weke çawa ew di şerê xwe yê bi PKKê re zererê nagihînin kurdan, bi heman awayî di şerê de bi DAIŞê re zererê nagihînin îslamê û got ku ti pêwendiya DAIŞê bi îslamê re tune ye.
Derbarê keça kurda elewî Dîlek Dogan ku di 18ê cotmehê de bi guleyên polîsan birîndar bibû û duh jiyana xwe jidest da, serokê AK Partî anî ziman ku lêkolîn derbarê bûyera birîndarkirina wê berdewam e û eger şaştî hatibin kirin, dê lêpirsîn ligel sûcdaran bê kirin.
Rudaw
