Dilek Dogan jiyana xwe ji dest da
Hêzên polîs û hêzên Antî-Teror ên Tirkiyeyê di derengiya şeva 18ê Cotmeha îsal de li bajarê Stenbolê operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DHKP-Cê pêk anîbûn.
Di operasyonê de şer û pevçûnên çekdarî jî derketibû û ji ber wan pevçûnan keçek 24 salî bi nave Dîlek Dogan bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê birîndar bibû.
Hat zanîn ku Dilek Dogan vê êvarê li nexweşxaneya dihat dermakirin jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan piştî mirina Dogan girseyek li ber avahiya Saziya Tipa Dadî ya Yenibosnayê kom bû û ji aliyê din ve polîsan jî derdora saziyê tedbîrên ewlehiyê standin.
Rudaw
