Tirs li ba çekdarên DAIŞ û xelkê Musilê dirust bûye
Piştî belavbûna destpêkirina operasyona azadkirina Şengalê û navçeyên dewrûberê, tirs û xof li ba xelkê bajarê Musilê û çekdarên DAIŞ dirust bûye û rojane bi dehan çekdar li pereyên şer direvin û li nava Musilê têne gulebaran kirinê.
Berpirsê ragihandina melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Musilê Xeyas Sûrçî ji Xendanê re ragihand: Dengoya destpêkirina operasyona azadkirina Şengalê û navçeyên dewrûberê bûye sedema tir û xofê li ba xelkê Musilê û çekdarên DAIŞ`ê de.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, egera serekî ya dirustbnûa tirsê li nava rêzên DAIŞ ji bo wê ye ku di vê demê de balafirên şer ên hevpeymanên navdewletî bi şev û roj pêgeh û baregehên wan bombarduman dikin.
Got jî: Niha çekdarên DAIŞ li nava bajarê Musilê berve gund û navçeyên dewrûberê Musilê ve direvin. Her weha xelkê Musilê jî dizanin ku dema destpêkirina operasyona azadkirina bajêr ewê şerekî dijwar li kolanên bajêr dirust bibin û ziyanekî zor wê bi xwere bîne û eve jî cihê tirsa wane.
Sûrçî behsa wê yekê jî kir ku ji tirsa operasyona Musilê çekdarên DAIŞ ji bereyên şer direvin û rojane bi dehan çekdarên xwe li nava Musilê gulebaran dikin.
Xendan
