• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Li Xûrmatû Pêşmerge têne bicîhkirin’

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
‘Li Xûrmatû Pêşmerge têne bicîhkirin’

Qaymeqamê Xûrmatû aşkere kir kû bi armanca parastina ewlekariya bajarokê Xûrmatû ya ser bi Kerkûkê, hêzên Pêşmerge li navçeyê têne bicîh kirin.

Qaymeqamê bajarokê Xşrmatû Şelal Ebdul Babanî di daxuyaniyekê de bo Basnews ragehand: ”Pîştî têkçûna rewşa ewlekariya bajarokê û zêdebûna tevgera çekdarên Heşdî Şe’bî, êrîşkirina ser malên hemwelatiyan, me biryar da ku weke îdareya bajarokê, bi hemahengiya Fermandeyên Pêşmerge li nav sînorên Xûrmatû de Pêşmerge bêne bicîhkirin.”

Ebdul babanî herwiha got: ”Piştî bicîhkirina hêzên Pêşmerge, rê nadin bi ti hêzek dinku bi dilê xwe rewşa ewlakariya bajarokê têk bidin.”

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha jî Şelal Ebdul Babanî bi rêya BasNewsê daxwaz ji Wezareta Pêşmerge û berpirsên Herêma Kurdistanê kiribû ku Pêşmerge bişînin navçeyê.

Ebdûl gotibû: ”Heger Pêşmerge negehin navçeyê wê demê emê bi naçarî keysa ewlekariyê radestê Heşdî Şe’bî bikin.”

Rudaw
Top