• Thursday, 19 February 2026
logo

Cemal Mîzrahî: Îran bo dijatî kirina Barzanî çend siyasetmedarên Kurd bikêrê girtiye

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
Cemal Mîzrahî: Îran bo dijatî kirina Barzanî çend siyasetmedarên Kurd bikêrê girtiye

Nivîskarê Îsraîlî Cemal Mîzrahî diyar dike ku Îran li Kurdistanê xwedan giraniyekê ye û îdîa dike ku Îranê çendîn siyasetmedarê Kurd jî kiriye bo li ser kar dûrxistina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Cemal Mîzrahî di gotara xwe ya malpera İsraelinarabic de behsa pirs û nakokiyên Kurdistanê kiriye. Mîzahî dibêje; ”Tenê Îran ji nakokiyan nava Kurdistanê sûd werdigre” û sedemên vî jî vedibêje.

Mîzrahî dibêje Îran li Kurdistanê, bi taybet jî li Silêmaniyê xwedan hejmûn û nufus e, giraniya wî di aboriyê de û herwiha alîgirên wê hene, lewma kengî bixwaze herêmê dixe nava qeyranê.

Nivîskarê Îsraîlê îdîa dike ku Îran bi rêya vê nufusa xwe çendîn siyasetmedarê Kurd kiriye û wan li dijî Mesûd Barzanî bikar tîne û vê demê jî weke demek guncaw dibîne bo ji kar dûrxistina Barzanî.

Cemal Mîzrahî behsa wê yekê dike ku ji aliyê leşkerî ve hikûmeta Kurdistanê li dijî komên tundrew ên navxwe serkeftî nebûye ku Îran van bikar tîne û ev jî dibin sedema pirsgirêkan û dibêje: ”Îran sûdê ji nakokî û pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê dibîne û serweriya xwe tê de dadimezrîne. Heta pirsgirêkan ava neke, Îran nikare here nava welatekî. Yemen û Lûbnan ji bo vê yekê belge ne.”

Mîzrahî herwiha hişyariya wê yekê dike ku Îran dikare bi rêya mîlîsên Şîe dest bavêje nava karûbarên Kurdistanê û wiha dibêje: ”Dikarin bi hêceta şerê DIŞI’ê çend deverekê Kurdistanê dagir bikin.” Nivîskar vê hişyariya xwe jî diselmîne daxuyaniyên çend siyasetmedarên Iraqê ku behsa zelalkirina çarenivîsa Kerkûkê dikirin.

Top