• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî û Cibûrî operasyona komandoyên kurd û amerîkî nirxandin

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
Serok Barzanî û Cibûrî operasyona komandoyên kurd û amerîkî nirxandin
Di pêwendiyek telefonî de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlemena Iraqê Selîm Cibûrî de hûrgilyên operasyona hevbeş a Hêzên Asayişa Herêma Kurdistan û Amerîkayê hate gotûbêj kirin.


Li gorî daxuyaniyekê ji ofîsa Serokê Parlemena Iraqê ku wêneyek bo dezgehên ragehandinê hatiye şandin : “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwendiyek telefonî bi Selîm Cibûrî re kiriye, karê emnî di şerê li dijî DAIŞê de ligel wî giftûgo kiriye.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye: “Barzanî hûrgilyên operasyona li Hewîceyê bi Cibûrî ragehandiye, behsa rola Pêşmerge, Hêzên Iraqî û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di serkeftina operasyonê de li dijî DAIŞê hatiye kirin.”

Berambrî Serokê Parlemena Iraqê spasiya rola Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye ku nimûneyekî serkeftî di operasyonê de pêşkêş kirin û karîbûn hemahingiyekî bilind di navbera hêzên Iraqê û Navdewletî de bikin.”

Herwiha li gorî heman daxuyaniyê: “Cibûrî daxwaz kiriye ku heman operasyon li navçeyên din jî were kirin û pêwendiyên navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bihêztir bibe.”

Destê sibeha roja 22 Cotmehê operasyonek hevbeş di nav Hêzên li Dijî Têrorê yên Asayişa Kurdistanê û Hêzek Taybet a Amerîka jibo rêzgar kirina hejmarek dîlên bin destê çekdarên DAIŞê li Hewîca pêkanîn, di encam de 70 dîl hatin rizgar kirin, ev jî bibû mijarek gerim di ragehandinê de û hêdî hêdî hurgilyên vê operasyonê têne belav kirin.
Top