• Thursday, 19 February 2026
logo

Fayiq Gulpî: Me berê dixwest AKP û HDP bihevre bin lê niha…

Gulan Media October 25, 2015 Nûçe
Fayiq Gulpî: Me berê dixwest AKP û HDP bihevre bin lê niha…
Siyasetmedarê kurd ê Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî ragihand ku, serkeftina HDPê di hilbijartinan de, serkeftina gelê kurd e û dê ew serkeftin kurdan jihev nêzîk bike.

Fayiq Gulpî ji bajarê Silêmaniyê tevlî bultena Rûdawê ya taybet bi hilbijartinên Tirkiyê bû û tê de behsa bandora wan hilbijartinan li ser Herêma Kurdistanê kir.

Derbarê bandora serkeftina HDPê di wan hilbijartinan de li ser Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî wiha axivî: “Serkeftina gelê kurd li her perçeyekî Kurdistanê dibe hêz bo kurdên perçeyên din ên Kurdistanê jî. Eger HDPê serbikeve dê parlamenterên wê bandora xwe li ser siyaset û biryar û qanûnên wî welatî bikin, ku êdî hikûmeta wî welatî mafê kurdan nexwe û dê pêwendiya me bi hikûmeta Tirkiyê re baştir bibe.”

Gulpî wiha domand: “Serkeftina HDPê di van hilbijartinan de dê bibe sedemek ku gelê kurd li herçar perçan nêzîkî hev bibin û ji dinyayê re xuya bike ku gelê kurd aştîxwaz e û dixwaze mafê xwe bi rêya dindoqên dengdanê bi dest bîne.”

Wî siyasetmedarê kurd derbarê vê mijarê de axivî û wiha got: “Eger bernameya AK Partiyê demokratîk be û ne li dijî maf û azadiya Rojavayê Kurdistanê be, wê demê rêkeftina HDPê ligel AK Partiyê baş e. Herwiha eger bernameya CHPê ji ya AK Partiyê baştir be bila ligel CHPê rêkeftinê bike.”

Fayiq Gulpî wiha domand: “Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, partiyên Başûrê Kurdistanê dixwestin HDPê ligel AK Partiyê hikûmeta hevpeymanî pêk bîne, lê ji wan re diyar bû ku AK Partî naxwaze ligel wan rêkeftinê bike. Hêvîdar im piştî van hilbijartinan herdu alî lihev bikin û dilê xelk û partiyên Başûr xweş bikin.”

Rudaw
Top