Serokê Freaksiyona Goran: Daxwaz ji Barzanî dikin ku destpêşxerî bike
Parlamenter û Serokê Feraksiyona Tevgera Goran ê berî yê Parlamena Iraqê Serdar Abdullah diyar kir ku ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Başûrê Kurdistanê, ew amadeye ligel hemû serkirdeyên partiyan hevdîtinan bike.
Parlamenterê berî yê Tevgera Goran Serdar Abdullah ji bo BasNews got rewşa herêma Kurdistanê hestyare û ji bo ev rewş bibe berjewendiyê Kurdan divê bi hişyarî nêzîk bibin.
Serdar Abdullah ragehand ku beriya şanda Kurd serdana Bexdayê bike divê nakokiyên navxwe çareser bikin û got: ”Çareseriya navxweyî jî li ser hîmê çaksaziyan dibe û şirîkatiya rast dibe. Pêwîste di nava şandê de Wezîrê Darayî jî hebe, yekrêzî hebe.”
Derbarê rojevê de jî Abdullah got: ”Di vê mijarê de divê nakokî bi giftûgo bêne çareserkirin. Rewşa herêmê gelek hestyare. Min beriya niha jî gotibû ku em alîgirê stratejiya yekîtiya her çar perçeyên Kurdistanê ne. Divê serkirdeyên her çar parçeyan xwedî stratejiyek rast bin. Di nava xwe de rêbikevin. Divê ji bo çareseriya nakokiyan destpêşxeriyek hebe. Niha şanda Kurd dê here Bxdayê lê di nava xwe de pirsgirêkên wan hene. Ev jî helwesta Kurdan ya li hember Bexdayê lewaz dike.”
Abdûllah got di vê demê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare despêşxeriyê bike û got: ”Em daxwaz ji Barzanî dikin ku destpêşxeriyê bike. Lê divê ev destpêşxerî di berjewendiyên mezin ên gelê me li ber çav bigre. Divê civîna lûtke di navbera partiyan de bê kirin, stratejiyek hevbeş bê danîn. Jiber ku niha dem dema şêrîkatiyek rasteqîne ye.”
Parlamenter û Serokê Feraksiyona Tevgera Goran ê berî Serdar Abdullah da zanîn ku Rêxerê Giştî yê Goran Newşîrwan Mistefa jiber rewşa tendurustiya xwe ne li Kurdistanê ye lê haya wîhi hemû geşedanan heye.
Serdar Abdullah got ewîligel serokên partiyan hevdîtin kiriye û çûye Qendîlê jî û got: ”Her wexta ku berjewendiya gelê me têde be, ez amademe li gel serkirdeyên partiyan hevdîtinan bikim.”
Basnews
