Şebek bi hesreta jiyan û aştiyê ne
Yekser 3 zilamên rûpêçayî ji otomobîlê daketin û berê tivingên xwe dan Ebdulqehar û herdu zarokên wî û bi dengekî bilind ji wan re gotin “nelivin”.
Bêguman Ebdulqeharê 61 û herdu kurên wî biryar dan ku ji cihê xwe neleqin û tiştekî jî nebêjin. Ebdulqehar dibêje: “Ez gelekî tirsiyam ku zarokên min bikujin, lewma me wek wan kir.”
Ew hersî zilam, ku Ebdulqehar dibêje ser bi rêxistina Qaîde ve bûn, 7 guleyên gerim berdan laşê wî kalî. Yek li pişta wî ket, yek li lingê wî yê çepê ket, yekê jî berê xwe da sînga wî û yên din jî li zikê wî ketin.
Kurê wî yê mezin di cih de cû otomobîlek anî û bavê xwe rakir nexweşxaneyê. Ebdulqehar xwedî şensekî mezin bû ku jiyana xwe ji dest neda û ma sax. Hêj bavê wan di nexweşxaneyê de bû, zarokan biryar dan ku jî wî bajêrê derkevin.
Piştî 8 salan, dema ku DAIŞê êrişî Mûsilê û derdora wê kir, Ebdulqehar û 16 kes ji mervên xwe ku li nahiyeya Başîk a ser bi Mûsilê ve diman, ji wir jî bar kirin, lê vê carê berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Sedema reva vê malbatê ji ber DAIŞê ew e: Ew şebek in, ku kêmîneyekî olî ne û li bakurê Iraqê dijîn. Li gorî amarên dawî, hejmara wan nêzîkî 250 hezar kesî ye. piraniya şebekan dibêjin, em şîe ne, tevî ku sunî jî di nava wan de hene, lê bi rastî ola şebekan dikeve navbera mesîhî û îslamê de, lewma rastî êrişa DAIŞê tên.
Ebdulqehar û zarokên xwe beriya ku DAIŞ bigire ser wan bi çend saetan ji nahiyeya Başîk reviyan. Eger xwe xelas nekiribana, dê wek şebekên din ketibana destê çekdarên DAIŞê de.
Vê malbatê berê xwe daye navçeya Berdereş a rojhilatê Mûsilê ku di bin destê Hêzên Pêşmerge de ye û tenê 30 km dûrî Mûsilê ye. Ew di bexçeyê cotyarekî kurd bi navê Îsmaîl Hesen (52 salî) de dijîn.
Îsmaîl Hesen derbarê jiyana vê malbatê axivî û wiha got: “Ev malbat pir hejar e, lewma dema daxwaza alîkariyê ji min kirin, ez bi hewara wan ve çûm. Min ew di xaniyê nava bexçeyê xwe de bi cih kirin. Av û karebeya wan tim heye û ez ti pereyan ji wan nastînim.”
Xwediyê bexçe wiha domand: “Ji min re negirîng e ku ew kesê ez alîkariya wan dikim, kurd in, ereb, êzîdî, şebek yan şîe ne. Ez alîkariya xelkê baş dikim.”
Ebdulqehar jî dibêje, “Em li Kurdistanê ji her derê zêdetir hest bi aramiyê dikin, lê bêguman ev yek nayê wê wateyê ku kêmasiyên me tune ne. Ez niha behsa ola xwe ji kesî re nakim. Kêmîne bi giştî û şebek bi taybetî hest bi jiyaneke ewle nakin, lê spas ji xwedê re ku rewş li Kurdistanê baştir e.”
Wî kalî wiha domand: “Şebekên ku li Mûsilê mane rewşa wan pir xerab e. Biryar dan ku li wir bimînin, lê niha nema karin ji wir derkevin. Ji me re dibêjin jiyan li Mûsilê pir dijwar bûye. Kes nikare biaxive, ti pereyên wan nemane, ne xwarin û ne jî ava vexwarinê wek pêwîst nemaye. Şensê me hebû ku em hatin Kurdistanê.”
Lê ev şensê ku ew malbat pê şa bûne, di bin metirsiyê de ye û dibe ku dîsa ji wir jî bên barkirin, ji ber ku ew erdê ku ew li ser hatine bicihkirin, yê hikûmetê ye û wek Îsmaîl dibêje, hikûmet daxwaza wê dike. Beriya 7 salan wî ji hikûmetê wergirtibû da ku tê de çandiniyê bike.
Rudaw
