'Em ji serokomarê Tirkiyê zêdetir xwedî îtibar in'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku bi saya berxwedana Kobanê di qada dîpolomatîk ya navneteweyî de ew ji Serokomarê Tirkiyeyê zêdetir xwediyî îtibarekî mezin in.
Demirtaş di kevana xebatên hilbijartina 1 mijdarê de bajar bi bajarê Kurdistanê digere û kombûnên cemawerî saz dike li bajarê Êlihê jî bi hevşaredarên bajêr re civiya û têde balkişand ser rewşa desthilatdariya AKP û got: “AKP di nava 13 salan de gelek zilm li ser gelan kir. AKP a 13 salan me ji îktîdarê xist. Êdî îktîdar nîn in. Me Qesra pişt we xist.”
Demirtaş got: “Di qada dîpolomatîk ya navneteweyî de em ji Serokomarê Tirkiyeyê zêdetir xwediyî îtibarekî mezin in. Ev yek jî di encama berxwedana Kobanê û Rojava de derketiye holê. Keda gelê meye. Gel firsendekî dîrokê daye me.”
Selahedîn Demirtaş weha pêde çû:“Em ê ji Rojhilata Navîn re demokrasiyê vebêjin. Em ê rast vebêjin û rast fêm bikin. Ji ber ku tişta ku di Rojhilata Navîn de nayê kirin em dikin. Li dijî feraseta yekperestî em demokrasiya piralî diparêzin. Ji bilê yek zimanî em dikarin bibin netew.
Her weha Demîrtaş diyar kir ku heya niha 20 hevşaredar û 15 endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin û 22 endamên meclîsa şaredariyê jî ji peywirê hatin dûrxistin.
Xendan
