• Thursday, 19 February 2026
logo

“Ti Pêşmerge li ser bingeha siyasî nehtine dûrxistin”

Gulan Media October 25, 2015 Nûçe
“Ti Pêşmerge li ser bingeha siyasî nehtine dûrxistin”


Serokê Komîta Karûbarê Pêşmerge di parlemena Kurdistanê de Arî Hersîn red dike ku ti Pêşmergeyek ji erkê wî hatibe dûrxistin jiber ku ser bi Tevger Goran ve ye. Eşkere jî kir ku ew Pêşmergeyên çûne bi tenê wek erkekî rwiştî jibo Mistefa Seyid Qadir çûne malên xwe, ne ew xiyab hatine tomar kirin û ne mûçeyê wan jî hatiye birîn.

Arî Hersîn ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehand: “Ez ji firekesyona PDKê, Behar Ebdulrehman ji Yekgirtû û Mehmûd Hacî Omer ji Goran ji Komîta Karûbarê Pêşmerge, bi hevre me serdana wan deverên ku hatibû belav kirin ku Pêşmerge ji wan hatine dûrxistin jiber ku ew ser bi Goran ve ne kir, ev jî cê qibûla kesekî nebû, em çûn wan cihan û me lêkolîn li gel birpirs û serkirdeyan kir, hate diyar kirin ku ti kes bi ti şêweyî nehatiye dûr xistin ji erkê Pêşmerge ser bingeha siyasî, û ew tiştê ku di ragehandinê de tê behskirin yek car neraste, me Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ji mijarê agahdar kiriye, ew jî vê yekê ji ti alî û kesan qebûl nekiriye û qebûl nake, bi taybet di nav Hêzên Pêşmerge de.”

Navborî got: “Me raporta xwe amade kiriye, me ew daye serokatiya parlemen jî, ez tekez dikim ku hemî gotinên ku di ragehandinê de hatine behskirin li ser dûrkirina hejmarek ji Pêşmerge li ser bingehê siyasî dûre ji rastiyê, bi tenê hejmarek Pêşmerge bi îradeya xwe çûne mal wek erkekî rewiştî bo Mistefa Seyid Qadir û mûçeyê wan jî nehatine birîn û nayê birîn.

Berî niha dezgehên ragehandina Goran belav kiribûn ku hejmarek Pêşmerge hatine dûrxistin jiber ku ew alîgirên Tevgera Goranin.

Basnews
Top