• Thursday, 19 February 2026
logo

YPG: Çekdarên DAIŞê xwestin bikevin Eyn Îsa û Sirînê

Gulan Media October 25, 2015 Nûçe
YPG: Çekdarên DAIŞê xwestin bikevin Eyn Îsa û Sirînê
YPGê ragihand, li bajarê Helebê yê Sûriyê 3 çekdarên El-Nusra hatine kuştin û êrîşên çekdarên DAIŞê li ser bajarokên Êyn Îsa û Sirînê yên Kobanî hatine pûçkirin.


YPGê derbarê şerê 3 rojên dawiyê li Heleb, Eyn Îsa û Sirnê de daxuyaniyek da.


Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku roja 22ê Cotmehê pişt nîvro, çekdarên El Nusra bi topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya akinciyên wê kurd in, kirin lê hêzên wan bersiva êrişa El Nusra dane.


Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPGê li gundê Pîno û li ser rêya Misbeh li dijî çekdaran operasyon kirine ku di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.


YPGê her wiha daye zanîn ku rojên 23 û 24ê Cotmehê jî çekdarên DAIŞê li dijî bajarokê Eyn Îsa yê giredayî Kobanî êrişek li dar xistin û bi topên hawan û çekên giran, êrişî gundê Mixêra yê nêzîkî Eyn Îsa kirin lê êrişên wan rastî bersiva tûj a şervanan hat.


24ê Cotmehê jî çekdarên DAIŞê xwestin bi şev êrişî bajarokê Sirînê yê giredayî Kobanî bikin û bi ser avê re bi kelekan derbas bûn û xwestin êrişî Girê Dahola yê giredayî Sirînê bikin, ew êrişa wan jî hat pûçkirin û çekdarên DAIŞê neçar man paşde vegerin.

Rudaw
Top