Kurdên êzîdî xaniyan li ser Çiyayê Şingalê ava dikin
Dema DAIŞê êrişî Şingalê kir û xelk koçberî Herêma Kurdistanê bûn, hejmarek mezin ji kurdên êzîdî li wir man û Çiyayê Şingalê û perestgehên xwe parastin, heta niha ew li wir di çadiran de dijîn.
Ji ber hatina zivistanê û sermayê, ew xelkê ku li wir dijîn berê xwe didin avakirina xaniyan û daxwaz dikin di vî alî de alîkariya wan bê kirin.
Ew kurdên êzîdî yên ku li wir in dibêjin ew 4 meh in ku rêxistinên navxwe û biyanî ti alîkariya wan nekirine.
Yek ji wan kesan dibêje, “Çadir, gaz û diktor ji me re divên. Yek dînar bi me re nîne. Bila dewlet alîkariya me bikin û bela DAIŞê ji me vekin. Em hêsêr bûn û eyalên me li ber lingê xelkê xû.”
Rudaw
