Ji ber ku belegeyên leşkerî firotibûn Îranê, 8 sal zîndan lê hat birrîn!
Li gorî agahiyan, endazyarê îranî-amerkî yê bi navê Dr. Muzefer Xuzaî, ku meha Sibata îsal li xwe mukir hatibû belgeyên hestiyar ên leşkerî yên Amerîka dane Îranê, duh ji aliyê dadgeha eyaleta Kinîtekt a Amerîkayê ve hat darizandin û mehkûmkirin.
Dadgehê 8 sal û mehek zîndan da wî û 50 hezar dolar jî wek cezayê diravî lê birrî.
Di dadgehê de dozgeran daxwaza cezayên giran ji wî endazyarê îranî-amerîkî re kirin çimkî li gorî ku wan digot, wî endazyarî agahiyên li ser çawaniya çêkirina balafirên şer ên bi navê F-35 dane Îranê.
Dr. Muzefer Xuzayî, ku heyamekê karmendê yek ji şîrketên çêkirina balafiran bûye, her wiha bi wê jî hatiye sûcdarkirin ku agahiyên karmendên şîrketa bi navê “Pratt & Whitney” jî dizîne û firotine îraniyan.
Ew endazyarê îranî-amerîkî piştî ku li sûcê xwe mukir hatibû, nameyek ji dadgerê dosyeya xwe re nivîsîbû û gotibû, ez pir poşman im ji wî karê xwe. Armanca min qet ne ew bû zererê li Amerîka bidim. Ez ji dadgehê dixwazim min efû bike.
Rayedarên amerîkî sala 2013ê li hember tiştên ku wî endazyarî di bi navê “kelûmelên malê” dişand Îranê, şikber dibin ji ber wê jî Çileya sala 2014ê li balafirgeha bajarê New Ark li eyaleta New Jersy tê girtin.
Rudaw
