‘Di serkeftinên şer de Barzanî rolek giring leyîst’
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman got Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çaksaziyan di nava Wezareta Pêşmerge de bike, desthiladariyek temam dabû Mistefa Seyîd Qadir.
Enwer Hacî Osman bo basNews ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewlek cidî dike ji bo alîkariya nevdewletî bigehe destê Hêzên Pêşmerge. Hacî Osman balkêşa ser sînorê Kurdistanê ya li gel axên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê û got ku Pêşmerge li dijî dirindetirîn rêxistina terorîstî bi dirêjahiya 1020 km parastina sînorên Kurdistanê dike.
Hacî Osman got: ”Pêşmerge kariye di dirêjahiya vî sînorê de li dijî DAIŞ’ê serkeftî be. Ji destpêka şer heta niha gelek qadên hatibûne dagirkirin, hatine rizgarkirin.”
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê bi amadekirina plan û projeyan û bi pêwendiya raste rast ligel eniyên şer, rolek giring lîstiye di serkeftina şer de.
Enwer Hacî Osman destnîşan kir ku Barzanî ji bo di nava Wezareta Pêşmerge de çaksazî bêne kirin û pêwîstî bêne dabînkirin, desthilatek temam dabû Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir û got: ”Ew bixwe jî dizane ka Barzanî çend hevkariya me kir.”
Basnews
