‘Joshua Wheeler jiyana xwe kire gorî ji bo mirovên din bi bextewerî bijîn’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji bo malbata leşkerê Amerîkî Joshua Wheeler şand.
Barzanî bi peyamekê serxweşî bo malbata leşkerê Amerîkî Joshua Wheeler şand ku di operasyona Hewîce de jiyana xwe jidest dabû û jiber palpiştî û hevariya hevpeymanan jî spasiya Amerîkayê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got roja 22-10-2015 Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya Hêza Operasyonên Taybet a Amerîkî, li Hewîce ji bo rizgarkirina dîlên di destê terorîstên DAIŞ’ê de, operasyonek pêk anîn.
Barzanî got vê operasyonê jiyana 69 kesan rizgar kir û got: ”Lê mixabin leşkerek Amerîkî jiyana xwe jidest da û 4 Pêşmerge jî birîndarbûn. Bi navê hikûmeta herêm û gelê Kurdistanê ve ji dil serxweşiyê li malbat û hevalên leşkerê aza dikim û hêviya tendûristiyê ji bo Pêşmergeyên qehreman dixwazim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê encamên operasyonê biind nirxand û diyar kir ku wan jiyana xwe xistin metirsiyê ji bo xelkên din bi bextewerî û serbestî bijîn.
Barzanî spasiya piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomasî ya Amerîkayê kir û got ku bi piştgiriya hevpeymanan karîne li ser terorîstan de zal bibin.
Basnews
