• Monday, 18 May 2026
logo

Karayilan bo Dawudoglu: Were meydanê

Gulan Media September 28, 2015 Nûçe
Karayilan bo Dawudoglu: Were meydanê

Fermandarê Navenda Parastina Gel'ê Mûrad Karayilan diyar kir ku êdî gel ketiye pêvajoya xweparastinê û destnîşan kir ku qadên li Bakurê Kurdistanê di bin kontrola gerîla de ne, zêde bûne û eger Dawudoglu rast dibêje bila fermo bi bejahî were wan qadan.

Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Ozgur Polîtikayê re Murad Karayilan meydan ji serokwezîrê demkî yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu re xwend û bersîva gotina wî a 'me pişta wan şikand' da û got: Dawûdoglû rewşeke pêkenok e. Eger hûn dibêjin 'me pişta wan şikand' bila fermo ji rêya bejahî ve bê Çelê yan jî derkeve ser girekî nêzî Elkê û li derdorê binêre.”

Karayilan got: “Eger weke dewleta Tirk hûn karibin rêya navbera Çelê-Colemêrgê vekin, ez ê jî ji we re bêjim 'bravo'. Yanî derewên bi vî rengî, hewldanên veşartina rastiyan ji gel, hewldanên kêrhatî nînin.”

Murad Karayilan got: “Hem maseya aştiyê qelibandin û şer dan destpêkirin, hem jî bi veşartina rastiyan ji raya giştî ya Tirkiyeyê re, bi rêbazên namerdî dibêjin ku ew di şer de bi ser ketine û dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin."

Karayilan anî ziman ku gelê Kurd êdî xwedî amûrên xweparastinê ye û got, "PKK'ê asteke welê afirandiye ku gelê Kurdistanê xwe ji her alî ve pê xurt bike, xwe bi rê ve bibe û bigihîne azadiyê."

Xendan
Top