Katelonya dengê xwe da ‘serxwebûnê’
Li rêveberiya xweser a Katelonyayê doh hilbijartinên giştî hebûn. Nêzîkê 5,5 milyon hilbijêr çûne ser sandoqan. Li gor rapirsaiya li ser sandoqan partiyên aligirê serxwebûnê ne biserketin.
Hevgirtina “Junts pel Si” (Ji bo yekitiyê erê) di hilbijartinan de bû yekem lê ji bo bibe dashilat kursiyên wê têrê nakin. Parlamena Katelanan de 135 kursî hene.
Piştî encamên hilbijartinê alîgirên “Junts pel Si” dest bi xwepêşandan û pîrozbahiyan kirin.
Ev hilbijartine weke giringtrîn hilbijartina dîroka Kateloyayê tê binav kirin. Partiyên aligirê serxwebûnê diyar kiribûn ku heger di hilbijartinan de serbikevin dê di nava 18 mehan de serxwebûna xwe ragehînin.
Lê Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy daxuyandibû ku ew dê vê mafê nede Katelanan.
Basnews
