• Monday, 18 May 2026
logo

Xortekî kurd 6 pêşmergeyan dibe Brîtanya

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
Xortekî kurd 6 pêşmergeyan dibe Brîtanya
Xortekî kurd ragihand ku, wî razîbûna Artêşa Brîtanyayê wergirtiye ku 6 pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê biçin wî welatî û li wir perwerdeya leşkerî bibînin.

Alîkarê Serokê Rêxistina Ciwanên Demokrat li Cîhanê Felah Hesen ku li Brîtanyayê dimîne, ji Rûdawê re ragihand: “Di dema borî de min serdana beşa perwerdeya leşkerî ya Artêşa Brîtanya kir û min ji wan re behsa Hêzên Pêşmerge kir.”

Felah Hesen wiha got: “Ez ligel berpirsê wê beşê Dêvid Simês axivîm û me behsa serkeftinên Pêşmerge û qehremaniya wan li eniyên şerê li dijî DAIŞê kir, herwiha min tekez kir ku pêwîstiya Pêşmerge bi piştevaniya zêdetir heye.”

Hesen wiha domand: “Me bi fermî daxwaz ji wan kir ku bi perwerdeya leşkerî piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge bikin. Ji aliyê xwe ve Dêvid Simês piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge nîşan da.”

Herwiha Felah Hesen ragihand: “Simês razîbû ku li nava navendên xwe li Brîtanya 6 pêşmergeyan perwerde bikin.”

Felah Hesen ku niha bi serdan li Herêma Kurdistanê ye, ragihand ku biryar e di çend rojên bê de ew serdana Wezareta Pêşmerge bike û wê mijarê bi wezaretê re gotûbêj bike.

Rudaw
Top