• Monday, 18 May 2026
logo

Piştî 50 salan şer: Kolombiya û gerîllayên FARCê li hev kirin

Gulan Media September 25, 2015 Nûçe
Piştî 50 salan şer: Kolombiya û gerîllayên FARCê li hev kirin
Dirêjtirîn şerê navxweyî yê Amerîkaya Latîn li ber bidawîbûnê ye. Piştî 50 salan şer û bêtirî 200.000 kuştî û bi milyonan derbider, hikûmeta Kolombiyayê û gerîllayên FARCê li ser peymaneke aştiyê li hev kirin.

Ji Mijadara 2012ê ve danûstandinên aştiyê dihatin meşandin. Bi navbeynkariya Kûba û Norwêcê serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û serokê gerîllayên FARCê Jiménez Timochenko li Havannaya paytexta Kûbayê destê xwe dirêjî hev kirin û li ser peymana aştiyê li hev kirin.


Piştî erêkirina peymanê bi rêya referendomê ji aliyê gel ve, peyman wê 23ê Adara 2016ê bê îmzekirin. Li gor peymanê, herî dereng 60 rojan piştî îmzekirina peymanê divê gerîllayên FARCê çekên xwe radest bikin.

Di navbera 1998 û 2002ê de jî hevdîtinên aştiyê dihatin meşandin, lê bi ser neketibûn û hatibûn rawestandin.

Di peymanê de li ser efûyeke giştî lihevkirin çêbûye, tenê kesên ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovantiyê kirine wê bên darizandin. Komîteyeke lêkolîna rastiyan jî wê bê avakirin.

Şerê navxweyî yê Kolombiyayê beriya bêtirî 50 salan li ser parvekirina erdê û neheqiyên civakî dest pê kiribû.

Li gor texmînan, FARC ji 32 herêmên Kolombiyayê li 25 herêman çalak e û xwedî derdora 8000 gerîllayan e. FARC temendirêjtirîn rêxistina gerîlla li Amerîkaya Latîn e.

Rudaw
Top