Davutoglu di cejnê de çû Amedê
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ji bo nimêja cejnê çû Amedê û li Mizgefta Ulu de nimêja cejnê kir. Davutoglu diyarkir ku ew neji bo siyaset û hilbijartinê hatiye Amedê, ji bo ders bigre hatiye.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di yekem roja cejna qurbanê de bi awayek suprayz çû Amedê û li Mizgefta Ulu de nimêj kir. Piştî nimêjê Davutoglu bo rojnamevanan axivî û got; ”Ez ne ji bo hilbijartinan hatime. Ezê karên siyasî nekim. Ez ji bo ders û feyz hatime vê derê. Emê êdî gelek caran bên.”
Davutoglu ragehand ku welat ji serdemek tengezar re derbas dibe û ew bawer dike ku dê ev roj bidawî bibin.
Serokwezîrê Tirkiyê sersaxî bo dayik û xizmê kesên jiyana xwe jidest dane xwest û got ku operasyonên têne encamdan jî ji bo bidawî kirina terorê ne. Davutoğlu daxuyand ku kesên nahêlin ew alîkariya Filistînê bikin û kesên ku niha şer dixwazin yek in.
Basnews
