• Monday, 18 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dibe bijardeye sereke diyalog be

Gulan Media September 24, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dibe bijardeye sereke diyalog be

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî bi minasebeta cejna qurbanê pêşkêş kir.

Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna qurbanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, malbetên serbilind yên şehîdên Kurdistanê û tevahiya pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekariya Kurdistanê û dezgehên asayîş, polîs û xelkê Kurdistanê dikim.

Hatina cejna han di demekî deye ku hevdem li gel kêşe û qirîzan, zêdetir ji saleke pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi cudatiya ramanên siyasî, bi îradeyeke nîştimanperwerane, qehremanî û berxwedêr ku li cîhanê de wêneya vê tuneye şerê dijî hovanetirîn dijminên mirovatî dikin, ji bilî pêşwazî kirin û bicîh kirina hijmareke zêde ji wan penaberên navxweyî yên Îraqê û biyanî yên ku ji derve hatine, ew yek jî vê îsbat dike ku dahatûyeke gelek geş li pêşiya Kurdistanê deye û gelê Kurd dev ji çanda lêbûrîn, mirov dostî, aştîperwerî û mafên xwe yên reva ber nade.

Ew tişta ku di bûyerên deverê de tê dîtin ew yek ji tevahiya aliyan dixwaze ku bijardeya wan ya serekî bo çareser kirina kêşe û arîşeyên siyasî yên Kurdistanê diyalog û danûstandin be bo bihêz kirina nav mala Kurdistan û parastin û bidest xistina destekftên mezintir û çareser kirina arîşeyên jiyanê yên ku rastî gelê Kurd hatine û dabîn kirina jiyaneke beştir bo tevahiya welatiyên Kurdistanê.

Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya aliyan dikim û sere rêz jî li hember şehîdan ditewînim û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Birayê we
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
Top