• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê kir

Gulan Media September 10, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê kir
Roja çarşem 09.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Nansî Lîndiburg Seroka Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Seroka Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û her wiha balkêşiya xwe ya bi aştîxwaziya gelê Kurdistanê û pêşketina Herêma Kurdistanê re nîşan da û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hejmarekî yekcar zêdeyê penaberan hewandiye û karekî mezin û mirovdostane encam daye ku li cîhanê da wêneya wê kême û pêzanînên xwe jî ji bo hêsankarî û hemahengiya dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li raperandina karên peymangehê de ragihand. Her wiha li gotarek da behsa erk û kar û armancên Peymangeha Aştiyê kir û bi kurtî jî di derbarê çalakiyên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo Serok Barzanî xisterû. Li beşekî dinê civînê de Serok û Endamên şandê di derbarê teror û pirsa koçberan û paşaroja navçeyê de komek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û li gotarek da behsa derketina terora li Iraq û êrîşa wan ya Kurdistanê û berxwedan û azayetiya hêzên Pêşmerge û her wiha parastina pêkhatên neteweyî û oliyên parêzgeha Nînowa kir û tekez li wê yekê kir ku Da'îş rêxistineke ku îmkaniyata dewletan li ber deste û awayeke nû yê terorî bikaraniye û rûbirûbûna vê cûre terorê jî tenê bi rêkarên serbazî nabê û pêwîste li warên fikrî û aborî û civakî jî şerê teror û tundrewiyê bê kirin û eve jî ragihand ku li navçeyê da herdem bingehek ji bo derketina tundrewiyê li holê de heye. Di derbarê koçber û pêkhatên Iraqê jî Serok Barzanî eve jî xisterû ku mayina pêkhatan li cihên xwe babetekî giranbihaye û pêwîste piştî Da'îş hemû rêyek bê girtin ku koçber û pêkhat vegerin warên xwe û rêwşuwênên wiha li ber bê girtin ku dilniyayiyeke tevahî di derbarê paşaroja wan de bê dayîn û bîr li koçkirinê nekin. Di derbarê qeyrana koçber û penaberan jî Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku qeyranekî mirovî ya mezin navçeyê girtiye ku li encama qeyrana emnî û siyasî û tehdîda terorê pêkhatiye û pêwîste kar ji bo nehiştina sedemên qeyranê bê kirin.

Her li vê civînê de behsa gengeşeyên tayîfî yên li navçeyê û paşaroja Iraqê û girjî û aloziyên li Tirkiyê kirin.



Top