Malbatên pêşmergeyên dîl: Me xwe bi zorê girtiye
Îro li Kerkûkê, malbat û mirovên wan pêşmergeyên ku di şerê roja 30ê meha Çile ya îsal de li devera Til Werdê ketibûn destê DAIŞê, ji bo cara sêyemîn xwepêşandan kirin.
Malbat û mirovên pêşmergeyên dîl dibêjin, ev demek e behsa azadkirina zarokan wan belav bûye lê heta niha ti daxuyaniyek li ser rastî yan jî derewbûna vê yekê nehatiye dayîn.
Yek ji xizmên pêşmergeyên dîl bi navê Şêx Yehya, li ser navê malbatên pêşmergeyên dîl got, me heta niha xwe bi zorê girtiye. Eger heta 24 saetên din hikûmet û rayedarên Kurdistanê guh nedin me, emê helwesteke tûj nîşan bidin.
Du roj beriya niha DAIŞê li ser malperên xwe vîdyoyek belav kiribûn ku tê de behsa şehîdkirina komek pêşmegeyên dîl dikirin.
Rudaw
