• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî: Pêşmerge take hêz bû DAIŞ şikand

Gulan Media March 19, 2015 Nûçe
Barzanî: Pêşmerge take hêz bû DAIŞ şikand
Mesrûr Barzanî radighîne ku, Pêşmerge “take hêz bû” ku karî rêxitsina DAIŞê têkbişkîne û “Ew hêza herî bibandor e li erdê.”

Îro, 19.03.2015, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) bo Iraqê Jana Hybaskova û şanda ligel kir.

DI hevdîtinekê de, ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE amade bû, arîşeyên ewlekarî û siyasî yên Iraqê bighiştî û çawaniya çareserkirina wan hatin behskirin, herwiha her du aliyan nêrîna xwe derbarê pirçek kirina Pêşmerge veguhertin.

Derbarê vê xalê de, Mesrûr Barzanî amaje kir ku, bêyî hebûna “Hêzeke bibandor” li ser erdê dê karîna şikandina “dujmin” bitemamî bidest bê û got: “Niha ew hêza bibandor Pêşmerge ye û take hêz e ku bo yekem car karî li ser erdê DAIŞ bişkêne, lewma ji aliyê civaka navdewletî ve hêjayî piştgiriya bêhtir e.”

Bi gotina Barzanî: “Dayîna demek dirêj bi DAIŞê rewşê aloztir dike û arîşeyan jî dijwartir dike.”

Tewerekî din ê gotûbêjê, rewşa penaber û derbideran li Herêma Kurdistanê bû.

basnews
Top