• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mixalefeta Sûriyê: Rejîmê gaza Klorê bikar aniye

Gulan Media March 19, 2015 Nûçe
Mixalefeta Sûriyê: Rejîmê gaza Klorê bikar aniye
Mixalefeta Sûriyê dibêje rejîmê gaza Klorê li Idlibê bikar aniye, daxwaz lidar xistina civîneke Encûemena Asayişê jî dike.

Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyê di daxuyaniyekê de îro, 19.03.2015, daxwaz ji Encumena Asayişa Navdeletî dike ku civîneke awarte lidar bixe, piştî ku rejîma Sûriyê “gaza Klorê” li bajarê Sermîn ê ser bi parêzgeha Idlibê li Bakur-Rojavayê Sûriya “bikaraniy.”

Ji aliyê xwe ve Rêxistna Lêborîna Navdewletî, bikaranîna gaza Klorê ji aliyê rejîma Sûriyê şermezar kir û ragihandiye ku, ew belge ye li ser berdewamiya rejîmê di kuştina xelkên sivîl de, bitayebt piştî ku ji cezayê filtî li ser bikaranîna çekên Kîmyayî li Xûte Rojhilat ya ser bi Şamê ve.

Derbarê vê mijarê de, Erebistana Siûdiyê daxwaz kir ku tawanbarên rejîma Sûriyê ji cezayê nefiltin û radestî Dadgeha Navdewletî bên kirin.

Tê zanîn Rêcîma Esed berî niha hatibû tuhmetbarkirin bikaranîna gazên kîmiyayî li Xûteya Rojhilat, ku di encamde bi sedan zarok û jin jiyana xwe ji dest dabûn .

Basnews
Top