Bexda hinek pereyên din ji Kurdistanê re dişîne
Derbarê şandina butçeya Herêma Kurdistanê de Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî ji Reutersê re axifî û got: ‘’Divabû İraq mehane zêdeyî milyarek dolar ji Herêma Kurdistanê re bişîne, evna jî li beramber berhemanîna petrolê, lê sedema ku pere nehatine şandin bi krîza aborî ve girêdayî ye neku sedemeke siyasî. Heta niha Hewlêr û Bexda pêbendê rêkeftina xwe ne û di çend rojên pêş de Bexda hinek pereyên din ji Kurdistanê re dişîne.’‘
Hoşyar Zêbarî ku wezhirekî Kurd ê İraqê ye, tekez kir ku kêbûna pereyan li ba hikûmeta İraqê, bi xirab birêvebirina darayî ya giştî, mesrefa şerê li dijî DAİŞ û daketina behayê petrolê ve girêdayî ye.
Hewlêr û Bexda meha 12 ya 2014ê li ser wê yekê lihev kirin ku Kurdistan rojane 550 hezar bermîl petrola xwe û Kerkûkê radestî Şompanya SOMO a İraqê bike, li beramber jî Bexda ji sedî 17ê pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya İraqê bide. Lê belê heta niha hikûmeta İraqê pêbendê wê rêkeftinê nebûye û tenê 250 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re şandiye.
Basnews
