• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dewleta Yasa bersiva daxuyaniyeke Barzanî dide

Gulan Media March 19, 2015 Nûçe
Dewleta Yasa bersiva daxuyaniyeke Barzanî dide
Parlementerekî Dewleta Yasa dibêje ku, ew tênagihe çima Barzanî li dijî wê yekê ye ku Heşda Şeibî nêzîk sînorên Pêşmerge bibe.

Berî niha çendîn car Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kiribû ku Heşda Şeibî ti operasyonan li bajarê Kerkûkê neke eger parêzgeh û xelkên wê ne razîbin.

Li beramber daxuyaniya endamê pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK), ku behsa wê kirbû ku, çênabe Heşda Şeibî bê navçeyên madeya 140, Endama Firakesyona Dewleta Yasa Zeyneb Arif Besrî ragihand:“Barzanî ji mere dibêje çênabe Heşda Şeibî werin navçeyên Pêşmerge, Heşda Şeibî bi hêze û dikare hemû Iraq rizgarbike, tê nagihêm çima Barzanî naxwaze Heşda Şeibî nêzîkî sînorê Pêşmerge bibe?”

Herwiha dibêje:“Barzanî bi wê desthilata ku di destê wî de heye dixwaze tu kes ji sînorê Pêşmerge nêzîk bibe, ma kesî rê li Pêşmerge girtye dema dixwaze ciyekî rizgar bike”

Tê zanîn ku hin nakokî di navbera Serkirdeyên kurd û Iraqî de hene derbarê rol û karên Heşda Şeibî, herwiha gelek aliyên Sine li Iraqê jî ji Heşda Şeibî û rola wê di tirsin, Heşda Şeibî tê tuhmetbarkirin bi binpêkirina mafên mirovan û kuştina sivîlan li hin deverên Iraqê .

Basnews
Top